Pêşgotin
Li Rojhilata Navîn, ji dema qedîm ve yek ji wan qew-mên ku lê dijîn qewmê Kurd e. Lê belê hêmanên birûmet ku qewmekî li ser piyan dihêlin; yekîtî û hevgirtina wan çêdike, yekîtiya zimên, çand û dîroka wan e. Erdnîgariya Kurdistanê, ku Kurd ji dema qedîm ve lê niştecî ne, çawa ku ji aliyê sê dewletan ango sê milletan ve hatiye dabeş-kirin, wiha jî, ji bo tunekirina ziman, çand û dîroka wan jî, her dem xebatên nijadperestan hatiye kirin. Di nav miro-vên qewmekî de hêmana herî bi rûmet û bi bandor ku mi-rovan têdigihêjîne û bi hev dide fêmkirin ziman e. Ziman, di nav mirovan de bi tenê ne alava têgihêştinê ye; heman demê ziman berhevbûnên çandê yên demên borî derbasî dema niha dike, bîr û baweriyên mirovan bi kar tîne. Zi-man bi vî aliyê xwe, ji bo me mîrateyeke zindî ye. Bi vê boneyê em tecrûbeyên sedsalan û hebûna çanda xwe fêr dibin. Ji bo ku zimên, vê peywira xwe pêkbîne, çi di warê nivîsê de be, çi jî di warê axaftinê de be, pêwîst e rêbazên guncan, durist û xweşik bên bikaranîn. Lê belê wek ku erdnîgariya Kurdistanê kirine çar perçe; ziman, çand û dî-roka wan jî, ji hev veqetandine. Ji ber ku dewleteke Kurd tunebû ku ziman, çand û dîroka wan biparêze. Ev nirx û rûmet, tev, ji aliyê desthilatdariyên berê ve, heta ji destê wan hatiye, hatine tunekirin. Ew hêmanên ku neteweyan dikin netewe, di warê erênî de wan digihêjîne giyana nete-wetiyê, wan bi hev dide fêmkirin û hevgirtina wan çêdike, yekîtiya zimên, yekitiya çand û dîrokê ye. Ev jî ku berî sa-lan hat tunekirin, gelê Kurd hem ji hev, hem jî ji ziman, çand û dîroka xwe dûr ket. Bi sedema van tevan, hinek Kurd digel ku mafdar û mezlûm in, xwe neheq dibînîn û li
6
şûna ku li cem gelê xwe yê mezlum cî bigirin, li nik zliman cî digirin. Hinek ji ber ku nezan in, red û înkara maf, zi-man û çanda Kurdan asayî dibînîn. Hinek jî bi sedem ku dînê Îslamê ji wan re berovajî û şaş hatiye şîrovekirin, mê-jiyê wan li hev ketiye. Ji bo van sedeman û tevliheviyên wek wan ji holê rakin û doza heq bi wan bidin fêmkirin, li gor derfeta xwe, min nivîsa vê pirtûkê wek peywireke heqperwerî û welatperwerî dît û nivîsand. Digel vê jî ji ber ku Xwedayê dadmend, (C.C.) di vê derheqê de, di sû-reya Alî Îmran ayeta 104‟an de, gotiye: } { َ ُٕٞػَذْ٣ ٌشَُّٓح ُْْ ٌِ٘ ْ ٓ ُ ْٖ ٌَظَُ ْ ٝ
حِ ٠ُْ حَ خُْ ٤َشِ «Bila ji we komek, ku xelkê vexwendî bi bal xêran ve dikin hebe.» «Pêxember jî (s.e.w) } }ػْ حَر ٠ِ غَْٓؼُٞدٍ ػْوُزَشْ رَ ػْ شَْٔ حِ خسِّْٟ حِ زُْذَسِِّٟ سَ ٠َ اللهُ ػْ َُٚ٘ هَخ :ٍ هَخ سَعُٞ اللهِ الله ػَ ٤ِِْٚ َٝعَ : " دَ ػَ ٠َِ خْ ٤َشٍ كَ َُِٚ ؼِْٓ حْجَشِ كَخػِ ِِِٚ " سٝحٙ غِْٓ li ser rîwayeta ji Eba Me-sud Uqbete Binî Emrîl Ensarîyîl Bedrî (r.e)gotiye: “Ew ke-sê ku xêrê nîşanî mirovan bide û mirovan aresteyî xêran bike, wek xêra wan mirovên ku xêrê dikin, ji nîşandêran re jî heye.”» Wihareng e van ayet û hedîsên watedar jî, ez bendê Xwedê, arasteyî nivîsandina vê pirtûkê kir. Ey REB-BÊ min! (c.c.) Tu ji min nêzîktirê min î! Her dem tika dikim û hêvîdar im ji Zatê te yê pak û paqij! Tu vê pirtûka ku bi rêbertiya ayet û hedîsan hatiye nivîsandin, ji her curên ri-yakariyê biparêzî, li Cîhan û axretê di her warî de bikî rê-veber û mehder ji bo min û her xizmên min û bawermen-dan, Amîn.