Omer Dilsoz• Di havîna 1978ê de li hûnikahiya zozanên Gûzereşê çavên xwe li vê dinyayê vekirin. Dilsoz, destek roman nivîsîn, komek werger kirin û celebên cihê cihê yên nivîsê ceribandin. Dilsoz, bi şêwaza xwe ya taybet têt nasîn. Di berhemên wî de war û welat, dîmenên reşkurmancîya nayab pir aşkere tên kifşê û giyanê zevîya nekêlayî ya kurmancîyê bi gîsnê xwe yê şareza gav bi gav dikêle. Dilsoz, romanan nanivîse hema bêje cîhaneke xwemal tê de saz dike û wê ji nû ve bi kêleberên kurmancîya çavbelek dineqişîne. Zimanekî lîrîk, vehênaneke şidyayî û tekûz, xeyaleke bêsînor û coş û evîneke mîna robarên geliyan hêc û sermest.
Omer Dilsoz, li ber sîbera warekî ji warên me, bi dû pêjna çîrokên nayab digere. Dilsoz, me di romanên xwe de dike mêvanê dinyayên berze û li têla dilê me dijene.